Şehîdên Parîsê li Freiburgê hatin bibîranîn
Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê ji bo yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kizil merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê ji bo yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kizil merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Meclisa Jinê ya Nûda û Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) bi beşdariya gelek Kurdistaniyan, ji bo şehîdên Parîsê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil li bajarê Freiburg ê Elmanyayê merasîma bîranînê li dar xistin.
Fatoş Goksûngûr li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê axivî û banga tevlîbûna meşa girseyî ya ku di 11'ê Çileyê de li paytexta Fransa Parîsê bê lidarxistin, kir.