Şehîd Mazlûm li Duisburgê hat bibîranîn

Li Duisburgê di şexsê Mûrat Yuksel (Mazlûm) ê di sala 1981’an de li Dersimê şehîd bûbû, Şehîdên Meha Kanûnê hatin bibîranîn.

Meclîsa Gel a Duisburgê, Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel û Komeleya Malbatên Şehîdan-KOMAW’ê di şexsê Mûrat Yuksel (Mazlûm) ê di 9’ê Kanûna 1981’an de li Dersimê şehîd bûbû, ji bo Şehîdên Meha Kanûnê li bajarê Duisburg ê Elmanyayê merasîma bîranînê li dar xistin.

Bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Duisburgê hate lidarxistin, wêneyên Rêber Apo û şehîdan li salonê hatin daliqandin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bê Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê KOMAW'ê Alî Konkurt û nûnerê NAV-YEK'ê Hacî Çelîk axaftin kirin.

Merasîm bi pêşandana sînevîzyona li ser şehîdan hatibû amadekirin berdewam kir. Bîranîn bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.