Meşa du rojî ya ciwanan bidawî bû

Li Kobanê meşa dirêj a bi armanca şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû. Ciwanên Kobanê gotinê ku ewê rê nedin dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê, ji bo şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker bi dirûşmeya "Berxwedan dirûşma me ye, azadî mafê me ye û proje daxwaza me ye" meşek dirêj bi dirêjahiya 13 kîlometreyan lidarxist.

Meş duh ji gundê Têrê yê navçeya Şêranê yê 13 kîlometreyan dikeve rojhilatê bajarê Kobanê bestpêkir. Bi sedan ciwan û şênî tevlî meşê bûn. Meşa duh li navenda navçeyê rawestiya.

Îro jî ji gundê Helincê heya bi navenda bajarê Kobanê dewam kir.

Di meşê de wêneyên şehîdên bomebebarana dawî ya dewlela Tirk a li ser Kobanê hatin hildan.

Meş li cihê bomebebarana dewleta Tirk a li dijî wesayîta sivîlan a 20'ê Cotmehê pêk hatibû û di encamê de 2 sivîl şehîd û 4 jî birîndar bûbûn, rawestiya.

Cihê bombebaranê bi nivîsandina "Tolhildan" ya bi gulan û mûman ve hate xemilandin.

Li wir, deqeyeke rêz hate girtin. Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê Ehmed Derwîş axivî û got: "Dewleta Tirk li her deverê Kurdan dike hedef da ku wan qir bike û Kurdistanê dagir bike."

Ehmed Derwîş anî ziman ku kiryarên dewleta Tirk nikare îradeya gelê herêmê bişkîne û wiha domand: "Ev gel bang li civata navneteweyî û kesên din nake ku bersiva êrişên li ser herêmê bide, lê bang li ciwanên xwe dike ku li hemberî van êrişan bisekine û planên wê têk bibin."

Derwîş soza domandina têkoşînê heta serkeftinê da û bang li ciwanan kir ku bi hêzên parastinê re hevgirtî bin û piştgiriyê bidin berxwedana gerîlayan.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Macîda Hesûn jî diyar kir ku dewleta  Tirk bi êrişên xwe yên li ser sivîlan tola binketina çeteyên DAÎŞ'ê ya li Kobanê radike.

Her wiha Hasûn bang li gelê herêmê kir ku li hemberî faşîsma Tirk têkoşînê xurt bikin û got: "Çawa DAÎŞ têkçû, wê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê jî têk biçin."