Çalakiyên 25’ê Mijdarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Tevgerên Jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 25’ê Mijdarê li gelek bajaran çalakî lidarxistin, di çalakiyan de hate gotin ku hêzên serdest ji bo asîmîlekirina civakê destpêkê êrîşê jinê dike û peyama têkoşînê hat dayin.

Tevgerên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşma "Tê bikoşe, tundî û dagirkeriyê têk bibe" dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdeta li ser Jinê kir.

HESEKÊ

Têkildarî mijarê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê ya Hesekê di Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de her sê xwişkên Mirabal bi bîr anîn û teqez kir ku her sê çalakger bûn semboka edaletê û bendeke li hember zilmê.

Girêdayî vê, gelek semîner li gund û bajarokên navçeya Dirbêsiyê hatin dayîn. Bi dehan jin li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê kom bûn û pankratên "Na ji tundiya li dijî jinê re", "Na ji qetilkirina jinê re" û"Jin bingeha jiyanê ye" hildan.

Her wiha Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Hindiye Mihemed daxuyanî xwend û tê de têkoşîna her sê xwişkên Mirabal a li dijî dîktator Rafael Trujillo  bi bîr anî.

Hindiye Mihemed da zanîn ku tundî li dijî civakan pêk tê, lê li dijî jinê bi awayekî mezin pêk tê. Her wiha rejîma mêrdestiyê tundiya li dijî jinê zêde kir û tu wekhevî di navbera jin û mêr de tune ye.

Hindiye Mihemed diyar kir ku li dijî kurdan ji hêla dewletên Kurdistanê dagir kirine ve sûc pêk tên û wiha got: "Çand Kurd tê îmhakirin, çand û olên dîtir li ser wan tên ferzkirin ku civaka Kurd ji vîn û nasmeya xwe were bidûrxistin."

Di heman çarçoveyê de Kongreya Star a Hesekê semînerek li ser sedemên tundî, şêwe û bandorên wê li serjinan de da. Bi dehan jin beşdarî semînerê bûn.

Semîner li Mesakin Panorama ya ketina başûrê Hesekê hate dayîn Di semînerê de endama rêvebera Nivîsgeha Jinan a Kongreya Star Nûra Şîhab li ser sedemên tundiya li dijî jinan axivî û destnîşan kir ku ji ber zihniyeta mêrdestiyê û siyasetên desthilat tundî pêk tê.

Nûra Şîhab diyar kir ku yek ji sedemên tundiya li dijî jinê di civakê de ew e ku li jinê weke tiştekî kêm e tê nihartin û wiha got: "Jinê weke miroveke temam e nayê nihartin. Li aliyekî din jî jin bi xwe tundiya ji hêla mêr ve qebûl dike, divê serî li hemberê hilde."

QAMIŞLO

Bi heman wesîleyêm endamên Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo kom bûn û daxuyaniyek dan. Endama meclisê Evîn El-Hac daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tundî ne tenê li ser jinan tê meşandin, di heman demê de li ser tevahî cîhanê tê meşandin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser tundiya ku li ser jinên Efrîn û Şengalê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker ve hate meşandin.

KOBANÊ

Li Kobanê jî bi beşdarbûna bi dehan şêniyên navçeya Sirînê, ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn ve şanoya bi navê "Qefesa Zêrîn" hate pêşandan û govend hatin gerandin.

Beriya ku şano were pêşandan, endama rêveber a nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Ehlam Elî daxuyanî xwend û got: "Ji hezarên salan ve, qirkirin li hemberî jinan tê meşandin, lê tu kesî qetilkirina jinan bi qirkirina komî bi nav nekiriye."

Ehlam Elî diyar kir ku jinên têkoşer ên cîhanê li hemberî qetilkirin û tundiyê serî rakirin û berdêlên giran dan û di hemû qadan de serkeftin bi dest xistin û da zanîn ku ev serkeftin berhemên têkoşîna jinan a li hemberî zihniyeta baviksalarî ye.

Ehlam Elî diyar kir ku ew jinên di Partiya Sûriya Pêşerojê de dê têkoşîna xwe li hemberî zihniyeta baviksalarî berdewam bikin û civakeke li ser esasê edalet, azadî û wekheviyê ava bikin û ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk a pirrengî têkoşînê mezin bikin.

Paşê serokê Nivîsgeha Partiya Sûriya Pêşerojê ya Herêma Firatê Ferhan Hec Îsa îşaret bi dijminahtiya mêr a li jinê û hewldanên wî ku di her aliyan de xwedî biryara be û jinan ji mafên wê bê par bihêle kir. Hec Îsa got: "Jin dibistan e, divê di avakirina vî welatî û avakirina nifşê nû de hazir be."

Piştî axaftinan, şanoya "Qefesa Zêrîn" hate pêşandan. Şano balê dikişîne ser zewicandina zarokan û tundiya malbatî ya li hemberî jinan. Paşê Koma Hîlala Zêrîn govend gerand.

MINBIC

Bi diruşma "Tê bikoşe, tundî û dagirkeriyê têk bibe" Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya taxên Heya û Yastî yên bakurê bajarê Minbicê semînerek da.

Semîner ji aliyê endama rêveber a Komîteya Jinan Hîba Dade ve hate dayîn. Huda Dade behsa civaka xwezayî, rola dayika xwedawend di rêvebirina civakê  û pêşengtiya hemû qadên jiyanê de kir.

Her wiha diyar kir ku jin civak li gorî rêgezê jiyana aştiyane, hezkirin û wekheviya di navbera hemû ferdan de bi rêve dibir.

Endama Desteya Rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiya Xada Hemîd behsa cûreyên tundiya li ser jinan kir û diyar kir ku gelek cûreyên tundiyê hene, destdirêjiya devkî, êrişa zayendî, tundiya aborî, tundiya derûnî, fîzîkî û ruhî ne.

TEBQA

Li bajarê Tebqayê endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya bajarên xwe bi rengê jinê û pankartên şeremzarkirina tundiyê û banga têkoşîna li hemberî tundiyê xemilandin.

ŞEHBA

Li hola Şehîd Axîn Welat a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê semînerek bi navê"Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan.. azarên jinan di aloziya Sûriyê û tundiya plankirî" hate dayîn. Bi dehan endamên Kongreya Star, endamên meclis û komîn û saziyên sivîl beşdarî semînerê bûn.

Endamê nivîsgeha jinê ya meclisê Lemya Xelef axivî û behsa çîroka xwişkên Mirîbal kir.

Paşê endama rêveber a nivîsgeha Jinan a MSD'ê ya Efrîn û Şehbayê Zeyneb Qenber li ser tundiya siyasî, tundiya civakî û azarên jinan di çarçoveya aloziya Sûriyê de axivî

Her wiha diyar kir ku têgeha tundiyê girêdayî êriş û gihandina ziyanên bedenî, sûcên qetilkirina jinan û kêmkirina rola wan di avakirina civakeke demokratîk de ye. Zeyneb Qeber bal kişand ser têkoşîna jinan a bi şoreşa Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê re.

ZIRGAN

Li navçeya Zirganê ya kantona Hesekê, Kongreya Star û Navenda Hêzên Parastina Civakê ya Jinê (HPC-JIN) bi beşdarbûna bi dehan jinan semîner organîze kir.

Beriya semîner were dayîn, ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê berpirsa jinan ya HPC'ê Nof El-Ubeyd semîner bi rêve birin, behsa cureyên tundiya li ser jinan, qanûnên Neteweyên Yekbûyî yên sala 1993'yan ên têkildarî tundiya li ser jinan kir. Nof El-Ubeyd got: "Tevî hemû pêşketinên teknîkî û asoyên zanistî, lê hîna li piraniya dewletên cîhanê û dewletên qaşo demokratîk in, çanda tundiya li ser jinan berdewam dike."

Nof El-Ubey îşaret pê kir ku di van rojan de pêngavên danasîna jinan bi mafên wan, xurtkirina têgeha şerê li dijî tundiya li ser jinan û parastina mafên wan tên lidarxistin û got: "Ji ber ku tundî, netewe an ol, an çand an tebqeyeke civakî nas nake, lê diyardeya tundiyê li ser cihî heye."

Semîner bi pirs û bersivên li ser mijara rêbazên bidawîkirina tundiya li ser jinan bi dawî bû.