Merasîma ji bo 2 şehîdan
Şervanê QSD'ê Samir Ugula Îbrahîm bi merasîmê hate veşartin. Şehîdê berxwedana Bendava Tişrînê Ebdulhekîm Elwan jî hate bîranîn.
Şervanê QSD'ê Samir Ugula Îbrahîm bi merasîmê hate veşartin. Şehîdê berxwedana Bendava Tişrînê Ebdulhekîm Elwan jî hate bîranîn.
Meclisa Malbatên Şehîdana bajarê Şedadê ya kantona Cizîrê ji bo şervanê QSD’ê Şivan (Samir Ugla Îbrahîm) ê ku 19’ê Nîsanê di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li gundê Tirwaziya Rojava de şehîd bibû, merasîmê cenaze li dar xist. Ji bo şervanê Hêzên Komandos ê QSD’ê Ebdulhekîm Elwan ê ku 14’ê Kanûna 2024’an di Berxwedana li Bendava Tişrînê şehîd bûbû, merasîma xiyabî pêk hat. Merasîma her du şehîdan li Pakrewangeha Şehîdan a li bajarê Şedadê bi tevlêbûna malbatên şehîdan û bi dehan şêniyan pêk hat.
Piştî rêzgirtinê, endamê Komîteya Şopandina ya Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El Xelîl axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest
Mihemed El Xelîl got: "Şehîdên ku canê xwe ji bo welatê xwe feda kirine, her timî di dilê me de ne. Ne ji keda şehîdan bûye, herêmên me ewle nedibûn. Şehîd ne gotin an jî hejmarên ji rêzê ne. Şehîd strêkên ku asîmanên welat dixemilînin."
Bi navê Meclisa Leşkerî ya Şedadê fermandar Seyf El Eser jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, dê heya pêkanîna xeyalên şehîdan şopdarên rêya wan bin.
Piştre wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehd Samir Ugla El Îbrahîm bi dirûşme û tilîliyên dayikan hat definkirin.