Melkonyan: Tiştên dawî yên Ermeniyan hemû ji dest çûn
Rêveberê Tabûra Eremenî Nûbar Melekonyan destnîşan kir ku kulmek Ermeniyên ku rizgar bûn, piştî 9’ê Cotmehê û şûnde dêr, dibistan, mal û qadên xwe yên girîng goristanên xwe jî ji dest dan.
Rêveberê Tabûra Eremenî Nûbar Melekonyan destnîşan kir ku kulmek Ermeniyên ku rizgar bûn, piştî 9’ê Cotmehê û şûnde dêr, dibistan, mal û qadên xwe yên girîng goristanên xwe jî ji dest dan.
Rêveberê Tabûra Nûbar Ozanyan a Emernî Nûbar Melkonyan anî ziman ku dixwazin zincîr û kelepçeyên zingar li raman û xeyalên azadiyê yên Kurdan bidin û got: “Gerîlayên Azadiya Kurd û gelê Kurd wê teqez van zincîrên zingar bişkîne.”
Mellkonyan qala Eremeniyan a ji êrîşên dagirkeriyê yên 9’ê Cotmehê kir û got: “Beşek girîng ên Ermeniyên ji êrîşa qirkirinê ya ewil rizgar bûne, li Bakur û Rojhilatê Sûriye û Sûriye bi cih bûne. Kulmek Ermenî yên ji ber şûr rizgar bûn, dêr, dibistan, malên xwe yên ku bi salan bi xwêdan û keda xwe avakirî û dîsa cihên herî girîng ên wan goristanên wan ên dawî di destê wan de mabûn jî winda kirin.
Ermeniyên taybet li Serêkanî û Girê Spî dijîn, ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man ku malên xwe bi terikînin. Ermeniyên ku mal û cihên xwe yên kar ji dest dan, bi welatiyên Serêkanî û Girê Spî re koçber bûn. Dixwazin her tiştî ji nû ve ava bikin.”
Mellkonyan destnîşan kir ku Tabûra Ermenî jî di eniyên berxwedanê de cihê xwe girt, mîna hêzên din ên parastinê çawa rol lîstin, Tabûra Ermeniyan jî bi heman rengî cihê xwe di ceperande girt. Mellkonyan got: “Ji ber ku yek ji gelê herî zêde pêwîstî bi azadiyê hebû, gelê Ermen bû. Di serî de bi armanca parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hemû xetên sînor li her cihê em lê bûn, ketin çeperan. Mîna QSD’ê û hêzên din ên parastinê, ji bo hemû erkan amade ne. Careke din em qebûl nakin ku xakên me bên dagirkirin.
Rêveberê Tabûra Eremenî Nûbar Mellkonyan bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li Serêkaniyê û wiha domand: “Dewleta Tirk a li Serêkaniyê çeka kîmyewî bikar anî, piştre jî li Qerebaxê jî li dijî Ermeniyan heman tişt kir. Niha jî li hember gerîlayan kîmyesalê bikar tîne. Bikaranîna çekên kîmyewî ya li ser gerîla, ji bêçaretiya artêşa TC’ê tê. Di serî de Neteweyên Yekbûyî, NATO û hemû hêzên navnetewyeî yên çavên xwe li binpêkirinên hiqûqî û mirovî yên Tirkiye digirin, hevkarên vî sûcî ne. Ji ber vê helwestek cidî nîne.Bi gotinên li ser raya giştî ya cîhanê ên mîna ‘Ji rewşa heyî bi awayeke cidî bi fikarin’ bi aweke ne raste rast piştevanîkirina bi dewleta TC’ê reye.”
Mellkonyan da xuyakirin ku komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşa dagirkeriyê ya 9’ê Cotmeha 2019’an de li ser Serêkaniyê û Girê Spî ne ji hev cuda ne û wiha domand: “Dema di pencereyek giştî de lê bê nêrîn, em dikarin bêjin êrîşên welê ne ku Kurdan û Rêbertiya wan bişkînin û tine bikine. Êrîş ji hev ne cuda û serbixwe ne. Êrîşên ku hev temam dikine.
Êrîşên îmha û qirkirinê ne. Êrîşên ku dixwazin gelek ku ji bo azadiyê têkoşin dike bê Rêbertî hiştin e. Êrîşa şikandina vîna Rêbertiyê û girtinê ye. Bi kinahî, zincîr û kelepçeyên zingar dixwazin li ramanê azad ê Kurd vîn û xeyalên wê bide ye. Gerîlayên azadiya Kurdistanê û gelê Kurd wê van zincîrên zingar bişkînin. A heq wê teqez bi ser bikeve.”
Rêveberê Tabûra Eremenî Nûbar Melekonyan li ser Mutabaqata Edeneyê jî ku nêzî salvegera wê ya 23’an dibe jî ev got: “Helwesta Sûriye, Îran, Iraq û TC’ê ya ji bo meseleya Kurdan yek e. Li ser heman bingehî ne. Sûriyeke bê Kurd, Îran, Iraq û Tirkiyeyek bê Kurd e. Naxwazin ti demê Kurd azad û bibin xwedî vîn. Tehemûla vê jî nakin. Tevî her êrîş, qirkirin û êrîşan jî wê Kurd azadiya xwe bi dest bixin.”