Mehmûd Hebîb: Armanca girtina deriyê sînor ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser e

Berdevkê Liwa Şemal Mehmûd Hebîb diyar kir Armanca girtina deriyê sînor ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser e û bang li civaka navdewletî kir ku li dijî van êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bin.

Dewletên derve bi hemî rêbazên şerê taybet mîna siyaseta dorpêçkirinê li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hewl didin ku Rêveberiya Xweser têk bibin. Di heman demê de êrîş û dagirkirina dewleta Tirk a zordar jî li ser xelk û ewlehiya herêmê didome.

Berdevkê fermî yê Lîwa Şemal Mehmûd Hebîb ji ajansa me ANF’ê er axivî. Mehmûd Hebîb eşkere kir ku dewletên derve ji ber ku ji projeya Rêveberiya Xweser ditirsin, siyaseta dorpêçkirinê bi hemî awayan dimeşînin û got "Li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deriyên sînor hatin girtin û vê yekê bandoreke neyînî li ser rewşa aboriya herêmê çi ji hêla bazirganiya bi desthilata Sûriyeyê re û çi bi Başûrê Kurdistanê re kir. Her wiha armanc ji girtina deriyên sînorê bi Rojavayê Kurdistanê re ev e ku zextê li Rêveberiya Xweser bikin.”

Mehmûd Hebîb diyar kir ku hin aliyên navdewletî û herêmî di wê baweriyê de ne ku bandoreke aborî ya mezin li ser herêmên Bakur-Rojhilatî Sûriyeyê heye û got “Lê bawer nakim ku bandoreke aborî ya mezin li ser herêmê hebe ji ber ku herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi xwe têr e.”

JI BO VEKIRINA DERIYÊN SÎNOR LIHEVKIRINÊN NAVDEWLETÎ

Mehmûd Hebîb got "Li ser vekirina deriyê Til Koçer ê sînorî hin nakokî di navbera Rûsya û Çînê de derketin holê ku li gor projeya Emerîka divê ku li herêmê sê deriyên sînorî durist bibin, lê Çîn û Rûsya ev yek red kirin. Li ser vekirina deriyê Bab Elhewa wekî deriyeke fermî diyar kiribûn û ji bo vekirina deriye sînor Encumena Ewlekariyê 6 meh dem destnîşan kirib. Ev dem wê di meha yekemîn a sala 2022’an de bi dawî bibe. Ji ber vê yekê divê ku Encumena Ewlekariyê civînekê li dar bixin ji bo ku alîkarîyên mirovî derbasî herêmê bikin û bigihînin gelê Sûriyeyê.”

Her wiha Mehmûd bang li civaka navdewletî kir ku deriyeke taybet ê sînorî ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî ji herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re vekin. Mehmûd diyar kir li gor raporên navdewletî 54% ji xelkên Sûriyeyê di bin xeta xizanî û birçîbûnê de ne.

Mehmûd di derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman ku ji destpêka dagirkirina dewleta Tirk heta niha senaryoya bombebarankirinê didome û bi van êrîşan dixwazin dagirkirinê berfireh bikin û li hemberî gelên herêmê binpêkirinên mezin bikin.

DEWLETA TIRK JI PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER DITIRSE

Hebîb wiha eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker ji projeya Rêveberiya Xweser ditirse ji ber vê yekê di bin parastina ewlekariya netewî awayê xwe yê leşkerî li ser herêmê pêk tîne da ku destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser bi dest xistine bin pê bike.Mehmûd got “Her wiha dewleta Tirk xelkên gundewarên Zirgan, Til Temir û deverên dîtir û mizgeftên cuda cuda ji xwe re dike hedef. Ji ber vê jî ev tişt tê dîtin ku dewleta Tirk a dagirker ne li pêkhateyan û ne li mezheban napirse armanca wê valakirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.”

Mehmûd her wiha ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk bal kişand ser hin aliyan mîna Neteweyên Yekbûyî, nemaze ku van aliyan ji bo têkbirina terora DAIŞ’ê piştgirî dane. Mehmûd got “Me hewl da ku Neteweyên Yekbûyî li hemberî êrişên dewleta Tirk bin lê mixabin ji ber ku Tirkiye di nav NATO’yê de ye, ev daxwaz tê redkirin.”

Di derbarê helwestên desthilata Sûriyeyê de Mehmûd Hebîb got "Helwesta rêveberiya Şamê li ser pinpêkirinên dubare ên li dijî herêmê bêdeng e û di vê derbarê de ti daxuyanî an jî ti gilî ji Encumena Ewlekariyê re ranegihand. Divê desthilatdariya Şamê li dijî van êrişên ku xaka Sûriyeyê dagir dike, derkeve.”

Her wiha Mehmûd Hebîb bang li civaka navdewletî kir ku li dijî van binpêkirin û êrîşên hovane yên li ser herêmê bisekinin û got “Em bangî wan dikin ku bi me re mil bi mil bisekinin ji ber ku em parastina gele xwe dikin û ev yek ji mafê me ye. Her wiha em hewil didin ku tevahî xaka Sûriyeyê ji dagirkeran rizgar bikin.”

Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê Feysel Mîqdad îddîa kiribû ku hebûna hêzên Emerîka yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo lihevhatinên bi desthilatdariya Sûriyeyê dide asteng. Di vê derbarê de berdevkê fermî yê Lîwa Şemal Mehmûd Hebîb got “Ev tişt li dûrî rastiyê ye û tu têkiliya hêzên Emerîka bi vî tiştî re tune. Koalîsyona navneteweyî ji bo têkbirina terora DAÎŞ’ê ye.”

Mehmûd diyar kir ku rêveberiya Sûriyeyê dixwaze vegere beriya sala 2011’an ku mafê pêkhateyên herêmê dixwar û got “Em di herêmê de bi nêrînên xwe yên siyasî azad in û di vê çarçoveyê de em di bin fermana desthilatdariya Sûriyeyê de naxebitin.”