Mehekê 121 caran êrîş li ser herêma Efrîn-Şehbayê hate kirin

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku dewleta Tirk a dagirker meha Adarê herî kêm 121 caran êrîşî herêma Efrîn-Şehbayê kir.

Navenda Ragihandina Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bilançoya êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker di meha Adarê de dijî Efrîn û Şehbayê pêk anîne, eşkere kir.

Li gorî bîlançoyê artêşa dagirker di navbera 1 û 31’ê Adara 2024’an de, 121 caran êrişî 44 gund û bajarokên Efrîn û Şehbayê kirin.

Di êrişên ku bi topên obus û hawan, tang, doçka, dron, bomba avêjan pêk hatin de,avêjan pêk hatin de, li gundan ziyana madî çêbû.

Di êrişa 17’ê Adarê ya li ser gundê Belûniyê de ciwanê bi navê  Elî Ebdulrehman Mihemed ê 17 salî ku di nava zeviya xwe de kar dikir, şehîd bû, welatiyek jî birîndar bû.

Di êrişa 4’ê Adarê ya li ser gundê Alqamiyê de jî welatiyek birîndar bû.

Hêzên HRE’yê 17’ê Adarê li gundê Alqamiyê yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê balafirek keşfê ya dagirkeran xistin.