Meclîsên Tebqa û Dêra Zorê nerazîbûn nîşanî Esed dan

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Bajarê Tebqayê û Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê daxuyanî dan çapemeniyê û nerazîbûneke tund nîşanî gef û tawanbariyên serkêşê rejîma Baas Beşar Esed dan.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Tebqayê piştî daxuyaniya serokê rejîma Baasê Beşar Esed ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi “xiyanetê” tewanbar kiriye, li pêşiya navenda xwe daxuyaniyek da çapemeniyê.

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl Hind El-Elî daxuyanî xwend  û got "Yên ku şerê terorê dikin û herêmê rizgar dikin gelo çawa navê xiyanetê li wan tê kirin?"

Hind El-Elî bal kişand ku dema DAIŞ’ê Balafirgeha Leşkerî ya Tebqayê dagir kiribû, rêjîmê dest ji hêzên xwe yên wê derê berda û wan wekî pariyekî erzan li ber devê DAIŞ’ê hişt, ji ber vê yekê li dijî leşkerên rêjîmê komkujiyeke mezin pêk hat.”

Hind wiha dewam kir “Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve rêjîmê bi dehan kom û milîsên olperest û netewperest derbasî herêmê kir û hişt ku demografiya herêmê were guhertin. Ev tişt li herêma El-Zebedanî ya li gundewarê Şamê, Taxa El-Weir a bajarê Humis, herêmên Keferiya û El-Fûa yên gundewarê Îdlibê pêk hat. Piraniya wan koman ji Îranê ne û hin jî ji Tajikistanê hatine.”

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Hind El-Elî bi bîr xist ku rêjîm ji bo desthilatdariya xwe biparêze bi riya van komên ji derve hatine, bi sedan komkujî pêk aniye.

Hind anî ziman ku rêjîm ev ne cara yekê ye ku li ser çarenûsa gelê Sûriyeyê bazarê dike û beriya niha jî vê rêjîmê herêma El-Cewlan radestî Îsraîlê kiriye.

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin “Hêzên Sûriyeya Demokratîk di şerê li dijî terorê de roleke pir girîng lîstiye û piştgirî daye aştî û jiyana hevbeş a hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê. Herêma Tebqa bi rêveberî û gelê xwe bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re ye û di bin sîwaneya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk kar dike.”

MECLÎSA SIVÎL A DÊRA ZORÊ: XUYA YE BÊ KÎ XAYIN E

Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê jî bi daxuyaniyekê li hemberî helwesta serokê rejîma Baas Beşar Esed a li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk nerazîbûn nîşan da.

Di daxuyaniya Meclîsa Sivîl de ev tişt hate gotin:

"Beşar Esed Hêzên Sûriyeya Demokratîk wekî xayîn tewanbar dike. Lê mîna çavê rojê rastî ji her kesî re xuya ye. Xuya ye ku kê gelê xwe di nava devê komên çekdar de hiştiye û rê li pêşiya komên El-Nusra, DAIŞ û hwd vekiriye. Xuyaye kê terorîst li girtîgehên Seydnaya û Edra serbest berdaye da ku li nava Sûriyeyê xerabiyê bikin û tarîtiya xwe belav bikin. Dîsa jî xuyaye kê çete ji derveyî welat anîn hundirê xwe û ew li ser erda xwe hiştiye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê pêk tê û di bin sîwaneya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de şerê terorê kiriye û erşê rêxistina terorîst li paytexta wê Reqayê şikand û têk bir. Şervanên QSD’ê niha jî li parêzgeha Dêra Zorê şerê DAIŞ’ê dikin û dixwazin dawî lê bînin.

Wekî Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê em hêza xwe ji gelê xwe werdigirin û li dijî terorê bi hemû hêzan re dibin yek û têkoşîneke bi hêz didin meşandin. Ji bo parastina xaka xwe ku me bi xwîna şehîdan rizgar kiriye em ê dudilî nebin û gavan paşde navêjin. Baweriya me bi projeya biratiya gelan û Sûriyeke azad, demokratîk, pirengî û ne navendî pir mezin e."