Meclîsa Leşkerî ya Suryanî nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Meclîsa Leşkerî ya Suryanî nasnameya şervanê xwe yê bi navê Mehmûd Îdal El Salih (Krîstîan) ê 20’ê Tebaxê di encama kemîna çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûye, eşkere kir.

Meclîsa Leşkerî ya Suryanî bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanê xwe yê bi navê Mehmûd Îdal El Salih (Krîstîan) eşkere kir.

Daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Suryanî wiha ye:

"Piştî tinekirina rêxistina terorîst a DAÎŞ‘ê ya di warê leşkerî de ku di pêngava Bagera Cizîrê de dawiya wan li bajarê Baxoz ê Dêra Zorê hêzên me mil bi milê hêzên din ên di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk de pêngavên xwe yên li dijî şaneyên rêxistina terorîst a DAÎŞ‘ê didomîne. Şaneyên rêxistina terorîst a DAÎŞ‘ê hewl dide tevlîheviyê derxîne û ewlehiya welat û welatiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku navenda jiyana hevbeş a hemû pêkhateyane têk bibe. Hêzên me dikarîbûn bargehên terorîstan birûxînin û gelekan ji wan bigirin. Her wiha rêjeyek mezin a çek û teqemeniyan desteser bikin. Em rêbazên rêxistina terorîst nas dikin, dema tengav dibin berî didin çalakiyên teqîn, kuştin û çandina mayînan. Bûyerên dawî ku li Hesekê û Qamişlo rû dane delîlê herî ber bi çav ê sûcên vê rêxistinê ye. Hemû kesên di van bûyeran de şehîd bûne sivîl bûn.

Di 20’ê Tebaxa 2019`an de wesayîteke me ya leşkerî li Dêra Zorê li nêzî bajarokê El-Sebha dema erka xwe pêk dianî, ket kemîna şaneyên rêxistina terorîst. Di encamê de şervanê me Mehmûd Îdan El-Salih (Kirstiya) şehîd bû û du şervanên din jî bi giranê birîndar bûn.

Em ji gelê xwe yê Suryan û Asur û hemû gelên herêmê re teqez dikin ku em şopdarên xeta şehîdan in ên ku ji bo parastina vî welatî û jiyana hevbeş a hemû gelen berdêlên giranbûha dane. Em soza xwe bi şehîdan re nû didin ku xwîna li erdê naçe, lê belê dê bimîne bingeha avakirina demokrasî, avakirina edalet, pêkanîna heq û belavkirina aştiyê di nav civakek hevpar li ser rêgeza biratiya gelan de."