Meclîsa Leşkerî ya QSD’ê civîna xwe ya asayî li dar xist

Meclîsa Leşkerî ya QSD’ê ji bo nirxandina xebatên xwe yên 3 mehan, bi tevlîbûna Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî civîna xwe ya asayî li dar xist.

Meclîsa Leşkerî ya QSD’ê ji bo nirxandina xebatên xwe yên 3 mehan, civîna xwe ya asayî li dar xist. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, fermandarên meclîsên leşkerî, berpirsên ofîs û saziyên leşkerî tevlî civînê bûn.

Di civînê de geşedanên leşkerî, geşedanên li qadê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê, binesaziya wê, saziyên xizmetguzarî û sivîlan û encamên êrîşan hate nîqaşkirin. Her wiha di civînê de tedbîrên ku wê li hemberî êrîşan bên girtin, bi berfirehî hatin nîqaşkirin.

Hewldanên dewleta Tirk a dagirker di rojeva civînê de cih girtin ku dixwaze sûdê ji şerê Xezeyê bigire, berjewendiyên xwe pêk bîne û êrîşên xwe yên li dijî herêmê zêde bike.

Her wiha di demên dawî de êrîşên hikûmeta Şamê yên li ser rojhilatê Dêrazorê, amadekariyên QSD’ê ji bo şerekî muhtemel, rewşa Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê û herêmê hatin nîqaşkirin.

Meclîsa Giştî, hemû biryarên ji bo nû ve sazkirina Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê pejirand.

Di dawiya civînê de ji bo hêzên leşkerî di her şert û mercan de were xurtkirin, plansazî hat danîn.