Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Hevrêyê me Bozan Berkel bû şehîd
Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku serê sibehê bombeya di wesayîta fermandar Bozan Berkel de hatiye bicihkirin, teqiyaye û Bozan Berkel bûye şehîd.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku serê sibehê bombeya di wesayîta fermandar Bozan Berkel de hatiye bicihkirin, teqiyaye û Bozan Berkel bûye şehîd.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarê şehadeta ji fermandarên meclisê Bozan Osman Berkel daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin gotin: "Careke din destê xedaran dirêjê yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Bozan Osman Berkel kir. Sibeha îro (Çarşemê) mayînek di erebeya wî de hatibû bicihkirin û encamê de hevrê Bozan Osman Berkel şehîd bû.
Hevrêyê me Bozan ji kesên destpêkê bû ku tev li têkoşînê bûne. Di Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî de dixebitî. Rolê wî di nava gel û eşîran de giring bû. Têkoşêrek bû ku nedizanî westan çi ye, yekê pir bi exlaq bû.
Em Meclisa Leşkerî ya Minbicê soz didin şehîd Bozan ku em ê rêya wî bişopînin, tola wî hilînin. Em soz didin em ê destên xedarên ku hewil didin ewlehî û îstîqrara herêmên me têk bibin, qut bikin.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Bozan Berkel
Navê dayikê: Selûha
Navê bav: Osman
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê - 01.01.1974
Cih û dîroka şehadetê: Minbic - 06.09.2023"