Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrişa dagirkeran têk bir

Meclîsa Lekerî ya Minbicê ragihand, ku hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo êrişê hatiye têkbirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku çeteyên "Diri El-Firat" yên dewleta Tirk, serê sibehê hewl dan ku bikevin nuqteyên hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li derdora gundê Um Edesa.

Li gorî daxuyaniyê, Hêzên Meclisa Leşkerî bersiv dan û şerekî giran rû da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di heman demê de artêşa Tirk a dagirker ji baregeha El-Yaşlî, nuqteyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundên derdora Um Edesa û El-Dendeniye topbaran kir.