Meclîsa Kantona Girê Spî: Em ê li dijî êrîşan bêdeng nemînin

Meclîsa Girê Spî ya daxuyaniyek da çapemeniyê, destnîşan kir ku wê li dijî êrîşên Tirkiyeyê bêdeng nemînin.

Meclîsa Kantona Girê Spî têkildarî êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li ser kantona Girê Spî daxuyaniyek da.

Daxuyaniya çapmeneiyê bi tevlîbûna endamên saziyên sivîl î û rûspiyên êlên Ereb ji aliyê Hevseroka Meclîsa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl ve hate xwendin.

EM BÊDENG NAMÎNIN

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên bi ewle yên Bakurê Sûriyê hate şermezarkirin û ev tişt hate gotin: " Di çend rojên dawî de êrîşên bi fuze û guleyên ketober ên li dijî gelek herêmên Bakurê Sûriyeyê pêk hatin û di encamê de şervaneke şehîd û yek jî birîndar bû.

Em Rêveberiya Kantona Girê Spî soz didin ku ev êrîş wê bê bersîv nemînin û em amade ne ku gel û destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bi destxistin heta dilopa xwîna xwe ya dawî biparêzin.

Em bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî dikin ku li hember van êrîşan bê deng nemînin û mudexele bikin û rawestînin.”

Daxuyaniya çapemeniyê bi qîrkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bi dawî bû.