Meclîsa Girê Spî bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê da
Meclîsa Girê Spî bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsa zêde dibin şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrîşan helwestê nîşan bide.
Meclîsa Girê Spî bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsa zêde dibin şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrîşan helwestê nîşan bide.
Meclîsa Girê Spî bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsa daxuyaniyek da. Daxuyanî li qada meclîsa kantona ya li navçeya Eyn Îsa bi beşdariya endamên saziyan pêk hat.
Daxuyanî ji aliyê Endamê Komîteya Perwerdeyê Salih El Hecî ve hate xwendin. Hecî, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundewarên rojavayê kantona Girê Spî û gundewarên rojhilatê navçeya Eyn Îsayê şermezarkir û got: “Di encama êrîşan de welatiyek şehîd bû û 3 jî birîndar bûn.
Ev ne careke yekemîn ku dewleta Tirk êrîşan pêk tîne. Ji destpêka ku kantona Girê Spî dagir kiriye ve beşên mezin ji gundewarên kantonê topbaran dike, armanca wê ji vê yekê ew e ku niştecihan ji bajar û gundewarên wê koçber bikin."
Hecî, bêdengiya Rûsya ya garantor a derbarê sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne deşermezar kir û bang li civata navneteweyî û Komkara Dewletên Ereban kir ku helwestekê derbarê sûcên dewleta Tirk li dijî welatiyên herêmê, bide.