BI DÎMEN

'Me ji hevrê Sakîne cesaret girt'

Ji kûryeyên berê yê PKK'ê Mehmûd Hecî, ku di sala 1993’yan de li Rojava cara pêşî Sakîne Cansiz dîtibû, diyar kir ku Sakîne Cansiz moral û cesaret daye her kesî.

Kesayetên şoreşger li pey xwe şopên ku nayên jibîr kirin dihêlin. Ev şop teşe dide jiyana mirovên li pey wan mane û bawerî ava dike. Yek ji van şoreşgeran jî Sakîne Cansiz (Sara) ye. Sakîne Cansiz ku yek ji du jinên ku di damezrandina PKK’ê de cih girt, bi jiyan, sekin û têkoşîna xwe derket pêş. Sakîne Cansiz li dijî zilm, zext û êşkenceyên giran ên li Zindana Amedê, bû navê rûmet û berxwedana mirovbûnê. Ji Zindana Amedê heta çiyayên Kurdistanê, ji Rojava, heta xebatên dîplomatîk ên li Ewropayê, bû mînaka pratîk a pirsa "çawa bijî?." Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 11’emîn salvegera şehadeta xwe de li Tirkiye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê tên bîranîn. Bi wesîleya rojê, yek ji kûryeyên berê yê PKK'ê Mehmûd Hecî Abdullah, ku cara ewil di sala 1993’yan de li Rojava Sakîne Cansiz dîtibû, ji ajansa me re axivî.

‘JI ME RE HAT GOTIN KU WÊ HEVRÊYEK JIN BÊ Û CIVÎN LIDAR BIXE’

Mahmûd Hecî Abdullah, diyar kir ku yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz di sala 1993’yan de ji Qada Rêbertî hatiye Rojava û got ku cara ewil wê demê dîtiye û wiha dewam kir, “Ez li gundê Rihanikê ji dayik bûm. Tevî min Ebû Bêro û Salîm ên welatparêz, me xebatên kûryetiyê dikir. Keştiyek me ya biçûk hebû, em hînê bikaranîna wê dibûn. Hevrê Ahmet û Zinar di sala 1988’an de ji qada Rêbertî ber bi herêma ku em lê ne hatin. Ew li ser xebatên kûryetiyê disekinîn. Her şev em bi hev re derdiketin keşfe. Ji bo em komê hevalan bi awayekî ewle derbas bikin, me keşfa xwe dikir. Hevalê Mihyedîn ku ji Bakurê Kurdistanê bû, hat ba min û got hevrêyek jin hatiye û dê civîn lidar bixe.”

‘DEMA ME JINA POR SOR DÎT, YEKSER ME ZANÎ KU SAKÎNE CANSIZ E’

Abdullah, da zanîn ku piştre ew hînbûye ku Sakîne Cansiz dê civînê lidar bixe û wiha got, “Hevrê Sakîne wê demê hat mala Hacî Omer Îzerê welatparêz û ji bo 20 kesan civîn pêk anî. Ji ber polîtîkayên zordar ên dewleta Sûriyeyê di wê demê de gelek kêm kes tevlî civînê bûn. Dema em hatin malê, em hemû li odeyekê rûniştibûn, li benda destpêkirina civînê bûn. Piştî demeke kurt Hevrê Sakîne ket hundir. Me Hevrê Sakîne bi şexsî nas nedikir. Lê belê dema me dît ku jineke bi por sor li pêşiya me ye, me fêm kir ku ev kes Sakîne Cansiz e. Di civînê de geşedan û xebtên sala 1993’yan bi awayekî berfireh nirxandibû. Piştî nirxandina wê beşdarên civînê gelek pirs ji hevrê Sakîne kirin. Hevrê Sakîne yek bi yek bersiv da. Di dawiyê de êşkenceya ku dewleta Tirk li Girtîgeha Amedê li wan kiriye ji me re vegotibû. Gotibû ku ew ji zindanê derketiye û derbasî qada Rêbertî bûye û ji wir jî ji bo civînên gel lidar bixe hatiye vir."

‘DI CIVÎNÊ DE PIRANÎ LI SER MIJARA JIN RAWESTÎ’

Abdullah, diyar kir ku ew ji berxwedana Sakîne Cansiz ya li Zindana Amedê gelek bi bandor bû û wiha dom kir, “Di rastiyê de hevrê Sakîne hem gelek bala me kêşabû û hem jî me matmayî kiribû. Jinek ku çend sal di zindanê de hatibû girtin û êşkence lê hatibû kirin, dema derket derve dest bi xebatê û xizmeta gelê xwe kir, vê yekê me kêfxweş kir. Di civînê de herî zêde li ser pirsgirêkên jinan rawestiya. Li jinên ku tevlî civînê bûbûn dinêrî û diaxivî."

‘ME HEVRÊ SAKÎNE BI KELEKÊ DERBASÎ ÇIYAYÊN CÛDÎ KIR’

Abdullah, da zanîn ku piştre di sala 1993’yan de ew Sakîne Cansiz derbasî Çiyayên Cûdî kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Hevrê Mihyedîn hat ba min û got ‘hevrêyek jin heye divê em wê ji sînor derbas bikin.’ Ber êvarê hevrê Sakîne hat. Min di serî de nezanî ku em ê hevrê Sakîne derbas bikin. Tenê hevrêyên me Mihyedîn û Hisên dizanîbûn. Ji ber amadekariya kelekan me zanî ku em ê derbasî Çiyayên Cûdî bibin. Rê 4 saetan li ber xwe da.”

‘DI TEVAHIYA RÊ DE MORAL DA ME’

Abdullah, diyar kir ku Sakîne Cansiz di tevahiya rê de moral û cesaret daye wan û wiha axivî, “Hevrê Sakîne di rê de her tim moral dida me. Ji me re digot ‘Netirsin, dewleta Tirk miriye êdî. Em ê meşa xwe berdewam bikin. Em ê bi awayekî ewle bigihêjin cihê xwe û hûn ê jî bi awayekî ewle vegerin Sûriyeyê.’ Gava ku hevrê Sakîne van gotinan dikir, cesaret da me û baweriya me pê zêdetir bû. Em di rê de gelek westiyabûn. Demeke kin beriya em xwe bigihêjînin Çiyayê Cûdî, me bêhna xwe veda. Em 3 saetan meşiyan. Mihyedîn û Hûsên ji min re gotin ku wê du hevrê ber bi me ve bên û ew ê Hevrê Sakîne teslîmî wan bikin û vegerin.  Piştî demekê ew her du heval hatin. Hevrê Sakîne xatir ji me xwest û bi wan re çû. Ew cara dawî bû ku min hevrê Sakîne dîtibû.”

Mahmûd Hecî Abdullah, anî ziman ku di serî de şehîd Sakîne Cansiz ew ê şopdarê hemû şehîdan be û wiha dawî li gotina xwe anî, “Soza me ji bo hemû şehîdan û bi taybetî ji hevrê Sakîne re heye. Em ê vê têkoşînê bidomînin. Bêguman heqê şehîdan bi awayekî layiqî dayîn gelek zehmet e, lê belê ji bo meşandina xebatên rêxistinbûyînê, dewamkirina têkoşînê û şopandina şopa şehîdan û Rêber Apo, em amade ne her tiştî bidin."