Mazlûm Ebdî: Li Minbicê agirbest pêk hatiye

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku li Minbicê agirbest pêk hatiye.

LI MINBICÊ AGIRBEST

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî li ser hesaba xwe ya medya dijîtal (X) peyamek belav kir û ev agahî parve kirin:

“Di demeke ku li bajarê Minbicê berxwedana şervanên me ji bo rawestandina berfirehkirina êrîşên li rojavayê Firatê berdewam dikin de, bi navbeynkariya Emerîkayê ji bo ewlekarî û parastina sivîlan rêkeftinek agirbestê pêk hatiye.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku ji 27’ê Mijdarê ve li dijî êrîşan li ber xwe didin, dê di demek kurt de ji herêmê vekişin.

Armanca me ew e ku em agirbestê li tevahiya xaka Sûriyeyê pêk bînin û ji bo pêşeroja welat bikevin nava pêvajoyeke siyasî.”