Mayîna dagirkeran teqiya: Zarokekê jiyana xwe ji dest da

Mayîna ku dagirkeran li gundê Zenûba ya Girê Spî daniyî teqiya. Zarokekê jiyana xwe ji dest da û 2 zarok jî birîndar bûn.

Di encama teqîna mayîna ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li gundê Zenûba ya Girê Spî hatî danîn de, zarokekê jiyana xwe ji dest da û 2 zarok jî birîndar bû.

Di encama teqînê de zarokê bi navê Mihemed Ibêd Evdêla jiyana xwe ji dest da û zarokên bi navê Saqî (7) û Îsmaîl (11) jî birîndar bûn.

Zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Kobanê. Rayedarên nexweşxaneyê diyar kirin ku xeteriya jiyana zarokên birîndar nînin.