Malbatên şehîdan ên Qamişlo berxwedana li dijî qeyûman silav kir

Malbatên şehîdan ên ji Qamişloyê, desteserkirina şaredariyên HDP'î şermezar kirin. Li dijî zîhniyeta Erdogan a ku dest danî ser şaredariyan banga yekîtiyê kirin.

Malbatên şehîdan ên ji Qamişloyê desteserkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê yên HDP'î şermezar kirin û gel û dayikên ku li dijî vê yekê li ber xwe didin silav kirin.

'EM JI ŞER RE JÎ JI AŞTIYÊ RE JÎ AMADE NE'

Necah Mehmûd ku kurekî wê di nava refên têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest da dayikên li Bakur bi taybetî dayikên aştiyê yên bi şev û roj li dijî desteserkirina şaredariyan li ber xwe didin silav kir.

Necah Mehmûd got, "Ew dayikên leheng in ku aştiyê dixwazin. Em; dayikên şehîdan ên li Rojava her tim bi wan re ne. Çawa ku ew li ser piyan e, çalakiyan dikin em ê jî di çalakiyan de bi wan re bin. Em ji Erdogan re dibêjin, 'eger nêta te ji bo aştiyê hebe em jê re amade ne Lê eger di şer de israr bike, hewl bide xaka me ya ku bi xwîna şehîdan hatiye azadkirin dagir bike, hingî em ê her tim ji şer re û ji parastinê re amade bin. Bang li alîgirên mafên mirovan û aştiyê dikim ku êdî li dijî vê neheqiyê rawestin."

'ERDOGAN JI XWÎNÊ TÊR NABE'

Necah Mehmûd diyar kir ku Kurd êdî Kurdên berê nînin, haya wan êdî ji her tiştî heye û got, "Em ê nehêlin ku kes gavekê jî biavêje nava vê xaka bi xwîna şehîdan hatiye azadkirin. Erdogan her tim dixwaze xwînê birijîne. Bi ku ve biçe dixwaze vê yekê bike. Ji dayikên niha li ber xwe didin û ji piştrevanên wan re dibêjim. Di hilbijartinên şaredariyan de bi keda gel ew şaredarî hatin qezençkirin, ne bi xiyanetê. Dayikên ku aştiyê dixwazin mafdar in, wê bi ser bikevin. Berxwedana wan silav dikim."

'BAKUR WÊ CAREKE DIN BI SER BIKEVE'

Ji malbatên şehîdan Fahreddîn Mihammed bavekî şehîd e ku keça wê Rûken di sala 2017'an de li Reqayê jiyana xwe ji dest da. Mihammed êrîşên li dijî Rojava û  Bakur şermezar kir û anî ziman ku destketiyên li Rojava ne tenê yên gelê Kurd in, di heman demê de yên hemû gelên herêmê ne.

Mihammed got, "Em ê nehêlin ku zîhniyeta Osmanî ya faşîst bikeve xaka Rojava" û ji bo desteserkirina şaredariyên li Bakurê Kurdistanê jî got, "Şaredarî bi îradeya gel hatin wergirtin û divê kesek vê bêhiqûqiyê nepejirîne. Divê gelên Tirkiyeyê bibin yek û li dijî vê neheqiyê rawestin. Çawa ku di hilbijartinê de em bi ser ketin, em ê careke din bi ser bikevin. Em dibêjin, gelê Rojava bi berxwedana we re ne."

Dayikeke Tirkmen a ji Şehbayê ku dayika şehîd e, ku ji ber êrîşên Erdogan û çeteyên wî neçar ma ji gundê xwe dekeve got, "Berxwedana gelê Bakur silav dikim. Êrîşî dayikên 60-70 salî dike. Em ji xaka me kirin, ketin nava Efrînê, niha jî gefê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwin... Bila Erdogan bes bi me ve mijûl bibe."

Endama Kongreya Star Hemrîn jî bi bîr xist ku xaka wan bi xwîna ciwanên wan hatiye azadkirin, ti hêz nikare destketiyên wan ên hatine afirandin tine bike û got, "Dibêje ku wê me li binê xakê bixin. Em ê wî li binê xakê bixin, binax bikin."

Hemrîn bal kişand ser desteserkirina şaredariyên li Bakurê KUrdistanê û got, "Erdogan her tişt kir, êdî tiştek nema ku bike. Gelê me wê ti carî dest ji destketiyên xwe bernede."

'NE BI TENÊ NE'

Endama Kongreya Star Sacîde Ahmed jî êrîş û gefên dewleta Tirk şermezar kir û got, "Em heta dilopa dawî ya xwîna xwe bi gel û jinên li Bakurê Kurdistanê re ne. Bila dayikên me yên li wê deverê li ber xwe didin ti carî xwe bi tenê nebînin. Bila Erdogan ji bîr neke ku Kurd êdî Kurdên berê nînin. Em bi fikir û felsefeya Rêber Apo bi ser ket, em ê bi ser bikevin."

Li Rojava ji ber şer û êrîşên çeteyan zarok jî zû mezin dibin. Zarokeke 12 salî ku dibêje navê wê Barîn Osman Elî ye got, "Em naxwazin Erdogan li xaka xwe bibînin. Em şehîdên xwe temsîl dikin. Hemû zarok û kesên li Bakur li ber xwe didin silav dikim."