Malbatên girtî yên Efrînî: Dewleta Tirk dikuje

Malbatên girtî yên Efrînî gotin dewleta Tirk girtiyên siyasî bernade û wiha wan ber bi mirinê ve tehf dide, bang li rêxistinên navnetewî kirin.

Vîrûsa koronayê li cîhanê hemû berbelav dibe. Ji bo ku li girtîgehan rîsekek mezin heye, li gelek welatan girtî hatin berdan. Dewleta Tirk jî ti tevdîran nastîne. Dewleta Tirk a ku biryar dayî girtiyên edlî berde jiyana girtiyên siyasî dike talokeyê.

'DIVÊ RÊXISTINÊN NAVNETEWÎ DIKEVE DEWRÊ'

Malbatên girtiyên Efrînê ku li Şehbayê dimînin xwestin ku beriya her kesî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û girtiyên siyasî demildest werin berdan, bi bîr xistin ku li hmeû cîhanê li dijî vîrûsê tevdîrên mezin hatine standin, Îranê girtîgeh vala kirine, lê dewleta Tirk heta niha ne tevdîr standine, her wiha zexta li ser girtiyan zêdetir jî kiriye.

Malbatan gotin, ''Heke vîrûs koronayê di girtîgehan bigere, wê komkujî çêbibe. Her wiha, ev rewş wê li Tikriyê jî berbelav bibe û bibe talokeyeke mezin. Ji ber vê banga me ya li hemû saziyên mafên mirovan a navnetewî û rêxistinên tendiristiyê ew e ku kêlî beriya kêlîkê li dijî van nêzîkatiyên dewleta Tirk bibin xwedî helwest û ji bo ku tiştekî bikin zextê li ser bikin.''

Malbatan gotin dewleta Tirk DAÎŞ'iyan berdide lê xwe wiha nîşan dide weke ku ew girtîgehan vala dike û gotin, ''Lê girtiyên siyasî li hundir dihêle û wan wan bi komkujiyê re rûbirû dihêle. Em bang li hemû cîhanê, gelê Kurd û rêxistinên tendiristiyê dikin, bila pêşiya vê bigirin.''