Malbatên Şehîdan li dijî biryara DYA’yê meşiyan

Li Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer malbatên şehîdan bi armanca protestokirina biryara DYA’yê ya li dijî rêveberên PKK’ê meşiyan.

Meclîsên Malbatên Şehîdan ên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê biryara DYA’yê ya li dijî rêveberên PKK’ê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan protesto kirin.

Di meşê de pankara ‘Biryara DYA’yê Komkujiyên Dewleta Tirk ên li dijî Gelê Kurd Rewa Dike’ hate vekirin. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina biryara DYA’yê hatin berzkirin û meş li navenda bajarokê Çilaxa veguherî mîtîngê.

BANGA LI GELAN HATE KIRN

Di mîtîngê de li ser navê Meclîsên Malbatên Şehîdan Şahînas Ebdo daxuyaniya çapemeniyê xwend û got dewletên desthilatdar dixwazin têkoşîna azadiya gelan asteng bikin.

Di daxuyaniyê de bang li gelan hate kirin ku li dijî biryara DYA’yê bikevin nava tevgerê.