Malbata Gulo: Em ê bi felsefeya Rêber Apo li ber xwe bidin

Malbata Yûsif Gulo ya ku dewleta Tirk ew kuşt, got “Em ê têkoşîna xwe bi felsefeya Rêber Apo heta nefesa xwe ya dawîn bidomînin.”

Dagirkeriya Tirk sûc û binpêkirinên xwe li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Balafireke bêmirov a artêşa Tirk duh li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê, li wesayîtekê dabû. Di encamê de yek ji kesayetên welatparêz ên Rojava Yûsif Gulo û 2 neviyên wî Mazlûm û Mihemed şehîd bûn.

Bi armanca şermezarkirina vê komkujiyê û hevgirtina bi malbata her sê şehîdan re, îro bi hezaran şêniyên Qamişloyê bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb û Suryan bi dirûşmeya "Em ê heta dawiyê xwedî li şerê gel ê şoreşger derkevin" xwepêşandaneke girseyî li dar xist.

Xwepêşandêr bi dirûşmên "Bimire îxanet", "Êdî bes e komkujî", "Em dev ji berxwedana xwe bernadin" û "Şehîdên me rêberên me ne" ji Qada Şehîd Xebat a taxa Hilêliyê ber bi konê sersaxiyê ve bi rê ketin. Xwepêşandêran wêneyên şehîdan hildan.

Li konê sersaxiyê piştî rêzgirtinê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ubêd got: "Gelek kes ji gelê me ji bo rizgarkirina axa xwe ji dijminan xwîna xwe feda kiriye, malbata Gulo jî yek ji malbatên yekemîn ên ku tev li şoreşa Rojava bûne."

Ubêd di dewama axaftina xwe de got: "Bi xwîna şehîdan û berxwedana şervanan, me li dijî planên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe da."

Ubêd sersaxî ji gelê Kurd xwest û wiha dom kir: "Em li ber mala malbata nîştimanî hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û soz didin ku em ê li ser şopa vê malbatê bin heta tola xwe ji hemû dijminan hilînin û herêmê ji çeteyan rizgar bikin. Em dev ji têkoşîna xwe bernadin û em ê berxwedana gel bidomînin."

Ubêd diyar kir ku şehîd Yûsif Gulo yek ji wan kesayetan bû ku hemû hebûna xwe ji bo doza gelê xwe feda kiriye, bav û bapîrê şehîdan e û niha jî şehîd bûye.

Li ser navê malbata şehîdan, Rêzan Gulo berxwedan û têkoşîna ji bo rizgarkirina tevahî parçeyên Kurdistanê piştrast kir û got: "Em şehadeta Yûsif Gulo û 2 neviyên wî li gelê Kurd û hemû pêkhateyan pîroz dikin. Yûsif Gulo dema bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinek kir, soz da ku heta nefesa xwe ya dawîn li ser bingeha fikir û felsefeya tevgera azadiyê bimeşe. Îro jî bi şehadeta xwe ya ji bo welat û gelê xwe ev soz bi cih anî.”

Gulo piştrast kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berxwedana xwe dikarin êrişên çeteyên DAIŞ’ê têk bibin û bi berxwedana xwe dê hemû herêmên dagirkirî ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rizgar bikin.