Mala Çavdêriyê: Çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî hêzên Şamê kir
Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku li herêma Humusê çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî rejîma Sûriyeyê kirine û ji her du alîyan gelek kes mirine.
Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku li herêma Humusê çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî rejîma Sûriyeyê kirine û ji her du alîyan gelek kes mirine.
Mala Çavdêriyê diyar kir ku li rojhilatê Humusê hê jî çeteyên DAÎŞ’ê hene û li Çola El Suknayê êrîşî çeperên rejîma Sûriyeyê kirine.
Mala Çavdêriyê diyar kir ku, di şer de balefirên şer ên Rûsyayê jî him eniya şer û him jî li cihên din ên çolê dane û ji enîya Şamê 18 kes mirine. Mala Çavdêriyê diyar kir ku 11 çete jî mirine.
QSD’ê di 23’ê Adara 2019’an de li Rojhilatê Firatê dawî li hêza leşkerî ya DAÎŞ’ê anîbûn. Lê li herêmên ku dewleta Tirk dagir kiriye, çeteyên DAÎŞ’ê dîsa bi ser xwe ve hatine.
Li gorî Mala Çavdêriyê ji 24’ê Adara 2019’an û heta niha 401 leşkerên Sûriyeyê , endamên hêza tifaqê û milîs mirine. Hate diyarkirin ku di nav van kesan de 2 leşkerên Rûs û 75 milîsên Îranê hene.