Macron bi Îlham Ehmed re civiya, em ligel QSD’ê ne

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron bi Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeyeyê ya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed re rûnişt.

Li gorî nûçeya ku AFP’ê spartiye Qesra Elyséyê, Macron ê ku bi Îlham Ehmed re rûniştiye, diyar kiriye ku heke Tirkiye êrîş bike wê têkevin nav fikaran.

Çavkanîyeke ji derdora serokkomar got “Tişta xuya dike ev e ku Fransa bi QSD’ê re ye. Ji ber ku di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de yek ji hevkarên me yên girîng in.”

Heman çavkaniyê diyar kir ku heke Tirkiye li Sûriyeyê  operasyonekê li dar bixe wê ev tişt wan têxe nav fikaran û got ku “Wê ev peyam ji rayedarên Tirkiyeyê re jî werin ragihandin.”