MÎT’a Tirk li Efrînê du kes revandin

Dewleta Tirk, li gundê Axçele yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku dagir kiriye Mihemed Ebdo Remedan û Elî Mihemed Hisên revandin.

 

Li Efrîna ku çar sal in di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, kirina sûcên dijmirovî berdewam e. MÎT‘a Tirk li gundê Axçele yê navçeya Cindirêsê Mihemed Ebdo Remedan û Alî Mihemed Hisên revandin. 

Nayê zanîn ku yên revandî bi kû ve birine.