Liv û tevgera li Girê Spî zêde bû
Artêşa Tirk liv û tevgera xwe ya leşkerî ya li sînorê Girê Spî zêde kir.
Artêşa Tirk liv û tevgera xwe ya leşkerî ya li sînorê Girê Spî zêde kir.
Liv û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker a li sînorê Girê Spî didome. Artêşa Tirk ku çek û cebilxane li sînor bi cih dike, her wiha xendekan jî dikole.
Tê gotin, liv û tevgera artêşa Tirk a li sînor bi rojê kêm bûye, bi şev zêde bûye.
Balafirên keşfê yên artêşa Tirk jî li rojhilat û rojavayê Girê Spî keşf kirin.