Li Tirbespiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.

Şêniyên Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan meşek ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar xist.

Meş ji pêş avahiya Kongra Star dest pê kir. Di meşê de şêniyên Tirbespiyê, bajarok, gundên wê, endamên ciwanên şoreşger û jinên ciwan, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, şêx û rûspiyên eşîran beşdar bûn. Welatiyan di meşê de pankartên “Em ê bi rihê serketina Dêrazorê tecrîdê bişikînin” û “Di cenga azadiyê de bi ser kevin” û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Meş li sûka navendî ya Tirbespiyê geriya û beşdaran dirûşmên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin.

Piştî welatî gihaştin ber avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li rojavayê Tirbespiyê veguherî mîtîngê. Li wir endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Tirbespiyê Kînda Kenan siyasetên tecrîdê û êşkenceyê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Kînda diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst bi rêya girankirina tecrîdê hewl dide fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gelên pê bawer qut û dûr bixe.

Kînda li dawiyê got: "Em ê bi rêxistinkirina civakê, ciwan û jinên ciwan li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî tê bikoşin û fikrên Rêber Abdullah Ocalan ku rêya azadiya gelên bindest ronî bikin."