Li Til Temirê zarokekî 13 salî birîndar bû
Li gundekî navçeya Til Temir a Kantona Hesekê teqemeniyeke ji ber çeteyên DAÎŞ'ê mabû, zarokek birîndar kir.
Li gundekî navçeya Til Temir a Kantona Hesekê teqemeniyeke ji ber çeteyên DAÎŞ'ê mabû, zarokek birîndar kir.
Li gorî agahiyan, li gundê Wadî Necme yê li bakur-rojavayê navçeya Til Temirê Husam Muqlet ê 13 salî birîndar bû.
Hate ragihandin ku teqîn ji ber teqemeniyek ji çeteyên DAÎŞ'ê mayî pêk hat.
Zarokê birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn.
Sibeha 12'ê Îlonê li bakurê Minbicê ji ber teqîna topeke çete û dewleta Tirk a dagirker 2 zarokên pezê xwe diçêrandin birîndar bû.