Li Til Temirê mayîna dagirkeran teqiya: 3 leşkerên rejîmê mirin

Di encama teqîna mayîna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li gundê El-Tewîla ya girêdayî Til Temirê de, 3 leşkerên rejîma Sûriyeyê mirin.

Di encama teqîna mayîna dema derbasbûna leşkerên rejîma Sûriye ya berî niha ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li gundê El- Tewîla ya dikeve rojavayê Til Temirê hatibû çandin de, ji Tûgaya 123’an 3 leşekerên rejîmê mirin.

Navên sê leşkerên rejîmê yên mirine wihan e: Mensûr Eymen Ebû Elî, Ramî Etîye Salih û Bişar Xalid Selheb.

Leşkerên ku mirine cenazeyên wan rakirine nexweşxaneya Hesekê.