Li Til Temirê Komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin

Ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Til Temirê meşek hat lidarxistin û hat gotin ku ewê li ser fikir û felsefeya Ocalan bimeşin.

Bi dehan ciwanên Til Temirê ya Hesekê li pêş navenda ciwanan kom bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger hildan. Ji wir dest bi meşê kir û dirûşmeyên şermezarkirina komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin.

Meşa ciwanên ji pêş navenda ciwanan dest pê kir û li tevahî kolanên bajêr gerî û diruşmên şermezarkirina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin û bang azadiya fîzîkî ya Ocalan kir.

Meş li çerxeriya Elektrîkê sekinî û li wir agir hat pêxistin, piştre endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Til Temirê axivîn. Her wiha Ebdul Wehab Teyo û Ebod El-Raxib jî axivîn û komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin ji bo gelê Kurd û tevahî gelên bindest ev rojên reş in.

Axaftinvanan da zanîn ku dê ciwan têkoşîna xwe heta azadiya fîzîkî ya Ocalan berdewam bikin û li ser fikir û felsefeya wî bimeşin.

Meş bi dirûşmeyên banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina komploya navneteweyî bi dawî bû.