Li Til Temirê du şervan birîndar bûn
Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê ragihand ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de du şervanên meclîsê birîndar bûn.
Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê ragihand ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de du şervanên meclîsê birîndar bûn.
Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker îro di seet 15:30'an de, li navçeya Til Temirê bi balafirê keşfê êrîşek hewayî pêk anî. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Êrîş 20 metre nêzî baregehê artêşa Rûs pêk hatiye. Di encama vê êrîşê de 2 şervanên me brîndar bûn."
Her wiha hate gotin ku artêşa dagirker di heman wextê de, gundê Til Şenan a girêdayî Til Temirê bi obusan topbaran kir.