Li Til Temirê dewleta Tirk û PDK’ê hat protestokirin
Ciwanên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bi meşek tevkariya PDK′ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir.
Ciwanên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bi meşek tevkariya PDK′ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir.
Bi armanca şermezarkirina tevkariya PDK′ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê- Şaxê Til Temirê meşek li dar xist. Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, endamên tevgerê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li meşê bûn.
Meş ji pêşiya Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re dijbertiya tevahî gelan e", "Na ji dagirkeriya Tirk re" û "Bimre xiyanet" hatin vekirin û bê navber dirûşme hatin berzkirin.
Meş li dawiya taxa Şehîd Azad veguherî mîtîngê. Li vir endamê Rêveber a Tevgera Ciwanên Şorşeger a Sûriyeyê-Şaxê Til Temirê Haşim Ebdulqadir daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de tevkariya domdar a PDK′ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re hat şermezarkirin û hate gotin: "PDK′ê, hevalên me yên têkoşer ên li çiyayên Kurdistanê dorpêç dike da ku dewleta Tirk a faşîst razî bike. Her wiha PDK′ê bi MÎT′ê re koordîne dike û kordînatên cihên gerîlayan dide dagirkeran."
Ciwanan tifaqên îstîxbaratên Îran, Tirkiye û hikumeta Şamê yên bi armanca derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de jî şermezar kirin û got: "Li hemberî hemû cûreyên xiyanet û dagirkeriyê em yek in. Em bang li tevahî tevgerên ciwanan ên li her aliyên Kurdistanê dikin ku ji bo ji rizgarkirina Kurdistanê têkoşînê xurt bikin."
Mîtîng bi berzkirina dirûşmên "Bimre xiyaneta PDK" û "Na ji xiyanetê re" bi dawî bû.