Li Til Temirê cenazeyê şehîd Dilsoz Til Temir spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG‘ê Îsam Îzo (Dilsoz Til Temir) ê ku di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, bi merasîmeke heyebet ve li Goristana şehîdên Til Temir spartin axê.

Bi sedan şêniyên bajarê Til Temir û gundewarên wê ji bo merasîma cenazeyê şervanê YPG‘ê Îsam Îzo (Dilsoz Til Temir) ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, li pêşiya navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan kom bûn.

Li vir merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre jî li navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulbaqî Kotê, li ser navê YPG‘ê Ezîz Yûsif û li ser navê malbata şehîd Dilsoz Nesir El-Xidir axivîn.

Di axaftinan de sersaxi ji malbata şehîd re hate xwestin û hemû cangoriyên azadiyê hatin bi bîranîn.

Her wiha hate gotin ku şehîdan ji bo pêkanîna armancên gelan û ji bo di nava aştî û aramiyê de bijîn, efsaneyên qehremaniyê dinivisînin. Her wiha soza xwedîderketina nirxên şehîdan hate dayîn.

Nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê Şehîd Dilsoz Til Temir bi dirûşima “Şehîd Namire” û tilîliyên dayikan hate spartina axê.