Li Til Hemîsê dewleta Tirk hate prostestokirin

Li Til Hemîsa Qamişloya Bakur û Rojhilatê Suriyê, bi meşekê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin.

Meşê ji navenda navçeyê dest pê kir. Çalakgeran bi alên QSD û Kongreya Star û pankartên bi nivîsa, "Na ji dagirkeriya Osmanî ya nû li Iraq, Lîbya û Sûriyê re", "Em ji axa xwe û azadiya xwe paşde venagerin", "Bi yekitiya xwe em ê planên li dijî gelê me têk bibin" û "Na ji terorîst Erdogan re" hilgirtin.

Li Çerxerêya Şehîdan a navçeyê meş veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de nûnerê êla El-Amûd a qebîleya Şemer û hevserokê meclisa bajarokê Ekaz Ehmed Şetî axivîn û banga yekitiyê li dijî dagirkeriya Tirk li hemû gelên Suriyeyê kir.

Endama Kongra Star Neyîre El-Hemko jî destnîşan kir ku divê ew li hember planên dewleta Tirk ên ku bi rêya şerê taybet tevliheviyan di nava gelê herêmê de derdixin, baldar bin.

Neyîre El-Hemko wiha berdewam kir: “Me bi îradeya xwe jiyan ava kir, bi berxwedanê dîrok ava kir û bi israra xwe jî me hişt ku tevahî cîhan nas bike ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kî ne.”