Li Tebqayê Hêzên Erka Xweparastinê navendek vekirin
Komîteya Parastina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a girêdayî herêma Tebqayê, li Tebqayê Navenda Hêzên Erka Xweparastinê vekirin.
Komîteya Parastina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a girêdayî herêma Tebqayê, li Tebqayê Navenda Hêzên Erka Xweparastinê vekirin.
Navenda li taxa Wel a bi merasîmekê hate vekirin, li gel saziyên sivîl û leşkerî gelek kes tevlî bûn.
Navenda ku bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir, li ser Navê Komîteya Parastinê Hevserok Mihemed Xalid axivî û destnîşan kir ku gelê Tebqayê bûn yek û diyar kirin ku divê bajar biparêzin.
Piştî axaftinan û şûnde navend ji aliyê zarokên Şehîd Dilovan Tebqa û Leyliyan Elî ve hatin vekirin.