Li Tebqayê cenazeyên 4 şervanên QSD’ê hatin veşartin

Welatiyên bajarê Tebqayê, cenazeyên 4 şervanên QSD′ê yên ku di pêngava rizgarkirina bajarê Reqaê de şehîd bûne, li Goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Tebqayê beşdarî merasîma veşartina şervanên QSD′ê Ela El-Elî (Ela), Îsa El-Hac Husên (Îsa), Salih El-Salim (Salih) û Mihemed Henan, bûn.

Girseya gel di saetên êvarî de, bi alên QSD/YPG/YPJ′ê hildan û karwanê şahîdan li ser bendava Firatê ya bakurê bajarê Tebqayê, bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, pêşwazî kirin.

Piştî ku karwanê şehîdan li kolanên sereke yên Tebqayê û bazara navendî geriya, berê xwe da Goristana şehîdan a bajêr. Li goristanê, şêniyên herêmê, Endamên Meclîsa Sivîl a Tebqayê, Endamên Meclîsa Jinê ya Tebqayê, şervanên QSD/YPG/YPJ′ê, hêzên Asayîşê û rûspiyên êlên herêmê li benda hatina karwanê şehîdan bûn. Li goristanê karwan bi tîlîliyên dayikan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ pêşwazî kirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Paşê Fermandarê QSD′ê Umît Kayar axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Li ser navê Meclîsa Sivîl a Tebqayê jî Endama Meclîsê Asya Xerbî jî axivî û cangoriyên azadiyê azadiya gelên herêmê pêk anîn û wiha got: ″Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje eşq rastiye, eşqa rastî jî jiyana azad e.″

Her wiha Endamê Meclîsa Lihevanînê ya Êlan şêx Ehmed Ewad El-Husên jî anî ziman ku ciwanên herêmê ji bo avakirina jiyaneke bi rûmet fedekarî kirin û rêya azadiyê ronî kirin.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyên ″Bi can bi xwîn bi te hey şehîd″, hatin veşartin.