Li Tebqayê cenazeyê şehîd Ebû Ereb hate veşartin

Welatiyên Tebqayê cenazeyê endamê tîma paqijkirina mayînan a Hêzên Ewlehiya Hundirin şehîd Xalid El Hemûd (Ebû Ereb) bi merasîmekê li goristanê hate veşartin.

Gelê Tebqayê cenazeyê Ebû Ereb yê ku dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû, ji Nexweşxaneya Wetenî wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristanê ve ketin rê.

Bi beşdarbûna gelê bajar, endamên rêxistinên civaka sivîl,  Hêzên Ewlehiya Hundirin û şervanên QSD’ê li goristanê ji bo şehîd Ebû Ereb merasîmek li dar xistin.

Hevseroka komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokrtîk a Tebqayê Kefa Sencar, Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan Abdûlkerîm El Îbrahîm, Hevseroka Meclîsa Rêveber a herêma Tebqayê Hind El-Elî û ji rêveberên Saziya Karûbarên Olî Ednan Elêwî axivîn. Afatvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û wiha gotin; “Li dijî êrîşan em ê li ser xeta şehîdan berxwedanê bidomînin û em ê weke Kobanê û Reqayê Efrînê jî dagirkeran rizgar bikin”.

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd Ebû Ereb bi dirûşme û tilîlyên dayikan li goristanê hate veşartin.