Li Tebqa, Reqa û Minbicê dagirker hatin protestokirin

Li bajarên Tebqa, Reqa û Minbic ên Bakur û Rojhilatê Suriyê sûcên dewleta Tirk hatin protestokirin.

TEBQA

Li Tebqayê di çalakiya bi pêşengîtiya jinan hatî lidarxistin de posterên sivîl û zarokên di êrîşên dewleta Tirk de hatîn qeilkirin hilgirtin.

Meşê ji ber Navenda Werzîşê yê li rojavayê bajêr destpê kir. Bi dehan jinên ji Tebqayê tevlî meşê bûn û dirûşmeyên ji bo şermezar kirina bêdengiya navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk berz kirin.

Meş li ber avahiya Rêveberiya Jinan rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Tebqayê Radiye El-Abid daxuyaniyek bi navê jinan da raya giştî û got, “Dewleta Tirk nabê ev jine yan zaroke, li her derê dagirkirî li dijî sivîlan sucê şer pêktîne.”

REQA

Li bajarokê El-Keramê jî li rojhilatê gundewarên Reqayê jî meşiyan. Di meşa ji Qada Sinbil destpê kirî de li ser hev dirûşmeyên ji bo şermezar kirina dewleta Tirk berz kirin.

Meşa ku hetanî ber avahiya Şaredariya meşiyayî vegeriya mitîngê. Hevserokê Şaredariya Gel a Keramê Xalid El-Xemirî axivî û got: “Herêma Rojhilata Navîn ji ber ku bi berhemên binerd dewlemend e, her tim li ber çavên hêzên mêtinger û emperyal bû. Her wiha bi ciwanên xwe yên xurt û vîna wan ên ku di dirêjahiya dîrokê de li hemberî mêtingeran li ber xwe dan, tê naskirin.”

MINBIC

Meclisa Ciwanan a Minbicê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku dewleta Tirk çavkaniya terorê ye. Her wiha banga hevgirtinê li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker kir.

Meclisa Ciwanan a Minbic û Gundewarên Wê di çarçoveya pêngava “Teqez em ê bi ser bikevin” de daxuyaniyek da raya giştî.

Hevserokê Meclisa Ciwanan Ehmed El-Cemîlî, bi tevlîbûna endamê meclisê daxuyanî li stada şaredariya li bajêr xwend. Beşdaran pankartên "Bi têkoşîn û yekitiya gelan ji bo Sûriyeyeke azad tekez em ê bi ser kevin" û alên Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hildan.

Daxuyanî wiha ye:

“Êdî ji tevahiya cîhanê re sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên terorîst ên li dijî gelê me li herêmên dagirkirî ji kuştin, revandin, guhertina demografiyê, destavêtin û talankirin tê dîtin.

Dewleta Tirk bê navber hewl dide fitneyê di navbera gelên herêmê de li ser bingeha netewbûn, nijadî û olî belav bike ji bo ku serweriya xwe li herêmê ferz bike û careke din serfiraziyên osmaniyan vegerîne.

Dewleta Tirk îro êdî li ser cîhanê bûye xeter, piştî ku gelek bajarên Sûriyê dagir kir, çeteyên xwe şandin Lîbya, Sûdan, Somalî û Yemenê.

Dewleta Tirk bi serkêşiya AKP`ê bûye jêdera terorê û serokê wê Erdogan kujerê zarokan e.

Em bang li tevahiya pêkhateyên herêmê dikin ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bibin yek û axa xwe ji dagirkeran rizgar bikin û asîmlekirina herêmên dagirkirî rawestînin.

Gelê Kurd xwediyê vê axê ye û wê axa xwe biparêze. Em nahêlin sûcên dewleta osmanî careke din li ser axa me ya pak dubare bibin. Bi taybet sûcên li dijî jinan ên ku rastî tevahiya cureyên çewsandinê hatin û mafên wê jê hatin standin. Lê dîsa jî koletî red kir û pêşengiya şoreşa demokratîk ji bo azadiya xwe û azadiya civakê kir. Ji vir ji bajarê Minbicê bajarê Şehîd Fêsel Ebû Leyla ji bo Sûryeyeke azad û demokratîk bi têkoşîn û yekitiya gelan em ê teqez bi ser bikevin.”