Li Sûriyeyê êrîşî trêna fosfatê hate kirin

Wezareta Veguhestinê ya Sûriyeyê diyar kir ku êrîşeke ‘terorîstî’ li trêna fosfatê hatiye kirin.

Wezareta Veguhestinê li ser facebookê daxuyanî da û diyar kir ku ji ber êrîşê tren ji ser şiva hesin derketiye. Wezaretê diyar kir ku agir bir trênê ketiye û xebatkarên di trênê de birîndar bûne.

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan êrîş piştrast kir û diyar kir ku kesên nasnameya wan ne diyar li rojhilatê Palmîrayê teqemenî xistine bin şiva trênê.

Di Adara 2018’an de Sûriyeyê ji bo 50 salan destûr dabû şîrketa Stroyransgaz a Rûsyayê da ku fosfatê derxîne.

Hê kesî ev êrîş li xwe negirtine lê tê diyarkirin ku li herêmê çeteyên DAÎŞ’ê yên veşartî hene.

Yekşema borî li çola Sûriyeyê sabotaj li xeta borîya gazê hatibû kirin a ku gelekî stratejîk bû.