Li Sûriyeyê êrişên hewayî: 16 milîsên alîgirê Îranê mirin

Hate ragihandin, di êrişên hewayî de yên li du herêmên Sûriyeyê hatin kirin, 16 kesên ji komên milîs ên alîgirê Îranê hatin kuştin.

Li gorî Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, vê Pêncşemê êrişên hewayî hatin lidarxistin.

Hate ragihandin ku êriş 'gengaz' e ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hatiye kirin.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku ji komên Iraqî yên bi Îranê re tevdigerin 16 kes di êrişan de hatin kuştin.

Hate ragihandin ku 7 ji wan li derdora bajarê Mayadînê û 9 jî li başûrê Ebû Kemal ê li herêma Dêra Zorê hatin kuştin.

Di 31'ê Tebaxê de di êrişa hêzên hewayî yên Îsraîlê de li başûrojevayê Şamê û li herêma Şamê 11 kes hatibûn kuştin. Hatibû gotin ku 3 ji kesên hatine kuştin leşkerên Sûriyeyê ne, 7 jê milîsên alîgirê Îranê ne û yek jî sivîl e.

Ji sala 2011'an dema destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, dewleta Îsraîlê bi sedan carî êriş biriye ser hêzên rejîma Sûriyeyê û hevalbendên wê komên Îranê û Hîzbûllahê. Îsraîlê kêm caran berpirsyarî daniye ser milê xwe, lê diyar dike ku wê nehêlin Îran li Sûriyeyê serwer be.