Li Siwerê şer didome
Li Siwerê ya ku li bakurê rojhilatê Dêra Zorê ye, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerê giran didome. Du êrîşkarên xwekuj hatin kuştin.
Li Siwerê ya ku li bakurê rojhilatê Dêra Zorê ye, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerê giran didome. Du êrîşkarên xwekuj hatin kuştin.
Pêngava Bagera Cizîrê ya ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hatiye destpêkirin, di roja 19'emîn de ye. Şervanan dor li bajarokê Siwerê girtine û li vê derê şer didome.
Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin, du çeteyên DAIŞ'ê yên ku êlegê xwekujiyê li xwe kiribûn, beriya ku bigihêjin hedefa xwe ji aliyê şervanan ve hatin kuştin.
Nîvê bajarokê Siwerê, ku li bakurê rojhilatê Dêrazorê ye, di bin kontrola şervanên QSD'ê de ye.