Li Sirînê meşa ji bo pêngava azadiyê
Li navçeya Sirînê ya Kobanê di çarçoveya Pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' meşeke girseyî hate lidarxistin.
Li navçeya Sirînê ya Kobanê di çarçoveya Pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' meşeke girseyî hate lidarxistin.
Li navçeya Sirînê ya Kobanê, bi pêşengiya Înîsiyatîfa Gel meşek hate lidarxistin. Bi sedan kes tevlî meşê bûn ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat.
Piştî meşê li pêşiya Şaredariya Navçeya Sirînê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin.
Hevşaredarê Sirînê Mehmûd Şêxo daxuyanî da û anî ziman ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo qirkirina gelên azadîxwaze û got, "Em weke gelê navçeya Sirînê het dawiyê, heta azadiya Rêber Apo em ê li ser piyan bin."
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.