Li Serêkaniyê Tugayeke nû ya YPG’ê hate avakirin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gundê Aliya yê ser bi herêma Serêkaniyê ve tugayeke nû ya leşkerî îlan kir.

Tevî şervan û fermandarên YPG/YPJ’ê, malbatên şehîdên ên ji herêma Serêkaniyê û navçeya Dirbêsiyê jî di merasîmê de amade bûn.

Tugaya bi navê Tugaya ŞEhîd Egîd Botan hate avkirin ji 200 şervanên YPG/YPJ’ê pêk tên.

Piştî ku merasîma leşkerî bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir û şûnde, Fermandara YPG/YPJ’ê Sema Sariya axivî û got: “Em di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibin. Şervanên azadiyê ku soza tolhildana rêhevalên xwe dane, bi ruhekî fedayî têdikoşin û tevlî tugayên nû dibin.”

Sema soz da ku ew ê tola şehîdên xwe hilînin, berxwedaniya li dijî desthilatdariyê bidomînin û gelê xwe biparêzin.

Piştre jî dayîka şehîd Egîd Botan, Emîne Mehmûd axivî û avakirina tugaya YPG’ê li hemû şervanan pîroz kir û ji rêhevalên Egîd xwest ku rêya şehîdan bişopînin.

Merasîma tugayê bi qîrkirina dirûşmên “Bijî Berxwedana YPG’ê” û “Bijî Berxwedana YPJ’ê” û gerandina govendê ve bi dawî bû.