Li Serêkaniyê gel li dijî tecawiz û revandinan rabûn

Li Serêkaniyê endamên eşîran û gel li dijî tecawûz û revadina li herêmê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan rabûn li ser piyan. Di dîmenên meşa ku du roj berê hatî kirin de gel bertekên xwe tînin ziman.

Dewleta Tirk û çeteyên wan li Serêkaniya di bin dagirkeriya xwe de sûcên revandin, êşkence û tecawûzê berdewam dike. Eşîr û gelên li herêmê ji ber binpêkirinên dewleta Tirk 21’ê Tebaxê daketin qadan. Di dîmenên îro gihiştî destê me de, bertekên gel pir zelal tê dîtin.

Endamên eşîran û gelê li dijî sûcên dewleta Tirk meşiyan, bertekên xwe nîşan dan û anîn ziman ku serçeteyê bi navê Ebû Enad ê ku qaşo yê rêveberê disiplîna leşkerî ya Serêkaniyê û komên çeteyan li herêmê ciwanan destgîr dikin û tecawizî jinan dikin.