Li Sêmalka ji bo PDK'ê: Dev ji xayintiyê biqere!

Endamên Yekitiya Mutehîdan a herêma Cizîrê serdana çalakiya kon kir, bang li PDK'ê kir ku bes xayintiyê bike û xwest ku cenaze werin dayin.

Endamên Yekitiya Mutehîdan a herêma Cizîrê îro berê xwe da konê çalakiyê yê li dergeha Sêmalkayê ku di roja 57'an de dewam dike. Xwepêşandana li Sêmalkayê ji 5`ê Cotmehê ve ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ve ji bo radestkirina cenazeyên gerîlayên di kemîna li Xelîfanê de şehîd bûbûn, tê lidarxistin.

Li gorî navenda ragihandinê ya HPG'ê, di 28-29'ê Tebaxê de hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li navçeya Xelîfanê kemîneke li dijî 7 gerîlayan danî, di encamê de 5 gerîla şehîd bûbûn û yek jî bi birîndarî dîl hatibû girtin.           

Endamên Yekitiya Mutehîdan li ber konê xwepêşandanê kom bûn û dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla, şermezarkirina îxaneta PDK'ê berz kirin û wêneyên şehîdên azadiyê berz kirin.

Endamê Yekitiya Mutehîdan a Qamişloyê Hisên Hac Hesen daxuyaniyek ji raya giştî re xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate diyarkirin: "Di demekê de ku hêzên nîştimanî yên Kurdistanî daxwaza yekgirtina refên Kurdan û şerê li dijî dijminên gelê Kurd dikin, Partiya Demokrat a Kurdistanê destê xwe dirêjî faşîzma Tirk dike ku dixwaze hebûna Kurdan ji holê rake."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tiştê ku PDK dike, kiryarên dijminane yên li dijî Kurdan e. Her wiha bang li PDK`ê kir ku dev ji berjewendiyên teng ên hizbî berde û ji bo yekrêziya rêzên Kurdan bixebite.

Di daxuyaniyê de her wiha bang hate kirin ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin û bersivê bidin daxwazên xwepêşandêran li deriyê Sêmalka.