Li sê taxên Reqayê şerekî dijwar diqewime; 19 çete hatin kuştin

Di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de li sê taxên Reqayê şerekî dijwar diqewime. Di şer de 19 çete hatin kuştin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê, ku 6'ê Hezîranê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hate destpêkirin, di roja 80'ê de ye.

Duh bi şev li taxa Mansûrê ku li rojhilatê bajêr şerekî dijwar qewimî. Piştî vî şerî, nutqeyên girîng ketin bin kontrola şervanên QSD'ê. Li vê derê 7 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, ku 2 jê sekvan in.

Li taxên Mirur û Nehda yên li rojavayê bajêr jî şer qewimî. Li van her du taxan 12 çete hatin kuştin ku sekvan jî di nava wan de hene.

Şervanên QSD'ê li navenda bajêr her bi pêş ve diçin.