Li sê eniyên Reqayê şer giran e
Li eniyên rojhilat, rojava û başûrê Reqayê şerekî giran diqewime. Li başûrê bajêr 34 çete hatin kuştin û 2 motorsîkletên bombebarkirî hatin îmhakirin.
Li eniyên rojhilat, rojava û başûrê Reqayê şerekî giran diqewime. Li başûrê bajêr 34 çete hatin kuştin û 2 motorsîkletên bombebarkirî hatin îmhakirin.
Operasyona Rizgarkirina Reqayê di roja 15'an de ye. Duh bi şev, şervanên QSD'ê li eniya rojava, li taxên El Berîd û Qedisiye bi pêş ve çûn.
Li eniya rojhilat jî, êrîşên çeteyan ên li ser taxa Betanî (El Beyatra) hatin şikandin. Li vê taxê karê paqijkirina ji bermahiyên çeteyan dest pê kir.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), duh bi şev li aliyê başûr jî bi pêş ve çûn. Li pira ku weke 'Pira Nû ya Reqayê' tê naskirin, heta danê sibehê şerekî dijwar di navbera şervanan û çeteyan de qewimî.
Di şerê dijwar de 34 çete hatin kuştin û tê gotin, piraniya termên çeteyan li herêma di kontrola şervanan de ne. Li dora vê pirê di şer de 2 motorsîkletên bombebarkirî û doçkayeke çeteyan a 23.5 mm'yî hatin îmhakirin.
Li eniya başûr, li hin cihan şer dewam dike.