Li Rojavayê Kurdistanê şoreş berdewam e

Di van demên dawî de gelek şandeyên Ewropa hatin Rojava û piraniya wan parlamenter û endamên partiyan in. Hemî jî dibêjin me li Rojava di dema berxwedaniya Kobanê de nas kir û çavên me her tim li pêşketinên li Rojava bûn.

Zêdetir şande ji partiyên bingehê wan çepgir in,  lewra jî projeyên Rojava weke projeyên nêrînên nêzî xwe dibînin. Herî dawî şandeyek ji Fransa hat ku di nav de Parlamenterê bajarê Lyonê Korîn Morel Darleûx jî hebû, ku bixwe endama partiya çep a Fransayê ye.

Me xwest çavdêriya Korîn ku çend rojan li rojava geriya nas bikin be ka jî ji dûr ve Rojava çawa xuya dike yan çawa tê dîtin.

Korîn ji bo hatina xwe ye Rojava û çi dîtiye wiha ji me re got; “Ji bo  min şansek pir mezin e ku ew tiştê me dibihîst bi çavên xwe bibînim, dema mirov bi çavên xwe hêza jinê ya YPJ’ê bibîne hestekî cuda ye.  Min ew kesên ku di berxwedaniya hember DAIŞ'ê de cihê xwe girtî jî dîtin û ew kesên ji Efrînê ku niha koçbe rin jî dîtin û bi rastî hestek cuda ye dema ez kesên wiha dibinim. Xwe kêm dibînim ku hember van kesan me tiştek nekiriye û tiştê em dikin jî pir biçûkin.”

Birêz Morel Darleux li ser pirsa li Rojava tiştê bala wê kişandî an wek kes çi ferq kir wiha got; “Tevî zextên rejîma Baas û ewqas şerê bi DAIŞ’ê re û dîtina ewqas wêraniyê jî  lê xelkê rojava rûyê xwe bi ken in, miletekî mîvanperwer in bi hembêz em pêşwazî kirin.”

Ji bo rewşa jinê yan guhertinên  ser jinê li Rojava pêşketî wiha axivî; “Tiştê rasterast tê hember mirovan, dema hatin  Rojava ew jî jin in. Ji ber tu jinê di her karî de dibînî û her saziyê de gorî min ferq kirî şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Dema bidin ber Rojhilata  Navîn tiştek qet ne di rêzê de ye em dikarin bibêjin rewşa jinê li rojava şoreşeke pir mezin e, ne bes jin heta hişmendiya mêr jî bi xwe re hatê guhartin"

Di dawiyê de me pirsa kir bê ka wê çi bi xwe re bibe welêt, Korîn wiha got; “Pir tişt hene bi xwe re bibim; kesên dikenin, digrîn lê ya ku haya me jê nîn bû ew êrîşên dewleta Tirk ser Rojava. Bi taybet ew dîwarê di navbera rojava û dewleta Tirk de.  Bi rastî jî ev qet nebaş e, xuya ye êrîşekî cidî dewleta Tirk ser rojava pêk tîne û dixwaze vê herêmê ji Kurdan vala bike. Min  jî dosiye û dîmen ji bo vî karî amade kirine ta ku şanî welatê xwe bikim.”