Li Rojava merasîmên 8’ê Adarê

Li navendên cihê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya “Em şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin” çalakiyên 8’ê Adarê lidar xistin.

Li gorî bernameya Dika Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiyên 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê didomin.

ŞEDAD

Îro Kongra Star a navçeya Şedadê şahiyek li dar xist. Endamên saziyên sivîl ên herêmê tev lê bûn.

Di şahiyê de Reşa El-Qeta bi navê komîteya perwerdeyê ya Kongra Star axivî û got: “Bi şopandina fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qeydên li ser azadiya jinan şikestin. Bi saya hevgirtina gelên herêmê şoreşa jinan bi ser ket.”

Ji fermandarên Nivîsgeha Jinan a Meclisa Leşkerî ya Şedadê Sulaf Şedadî jî axivî û fedakariyên şehîdan bi bîr xistin ku ji bo wekheviyê û edaletê dane. 

GIRÊ SPÎ

Di heman çarçoveyê de Kongra Star bi koordîneya Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Kantona Girê Spî şahiyek li kampa koçberên Girê spî li dar xist.

Di şahiyê de berdevka Rêveberiya Dibistanan a Giştî ya kantona Girê Spî Xedîce El-Elî, endama rêveber a Kongra Star a kantonê Aya El-Îsa, hevseroka Kampa Girê Spî Ezîze Hesen axivîn û ev roj li hemû jinan pîroz kir.

Axêveran bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan û got dagirker armanc dikin vîna azad a jinan bişikînin. Her wiha bang li jinan kirin ku şopdarên rêya şehîdan bin ku ji bo doza jinan şehîd bûne û xwedî li fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin.

Di şahiyê de şagirtên dibistanên Şehîd Rebîa El-Xelîl û Hatim Zêdan ên kampê û şagirtên dibistanên Omer Bîn El-Xetab û Şiwêhan ên Eyn Îsayê berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.

KOBANÊ

Beriya 8`ê Adarê Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê karkarên jin ên firinan û karkarên paqijiyê yên Kobanê xelat kirin.

Çalakiya xelatkirinê li Qada Jina Azad li dar ket. Hemû karkerên Firina Jiyan a Kobanê û karkerên paqijiyê yên kantona Kobanê tev lê bûn.

Kongra Star diyarî li beşdaran belav kirin û hevşaredara Kobanê Rewşen Ebdî xelat kir.

QAMIŞLO

Li navçeya Girkê Legê jî Komîteya Rêveberiya Dibistanan, Komîteya Şopandina Perwerdeya Hunerî û Çalakiyan vê sibê pêşangeha berhemên hunerî û amûrên dîrokî li navenda perwerdeyê ya navçeyê li dar xist.

Dayikên şehîdên YPG`ê pêşangeh vekir. Di pêşangehê de bi dehan tablo û destkarî hatin pêşandan.

Bi heman mebestê, Rêveberiya Dibistana Şehîd Awaz Hecî ya gundê Girzîro şahiyek ji xwendekarên dibistanên gundên Girzîro, Gira Swer, Girkê Dijwar û Sîmalkayê re yên girêdayî herêma Koçerat a Dêrikê re li dar xist.