Li Rojava zarok bi berfê şa bûn

Li Rojava piştî 5 salan berf bariya, her der bi berfê xemilî. Zarok bi berfê şa bûn.

Li Rojava berfa ku doh bi şev dest pê kir, her der bi rengê spî xemiland. Berf piştî demeke dirêj bariya, lewma di serî de zarok her kes bi berfê şa bûn.

Li Qamişlo, Tirbêspiyê, Rimêlan, Dêrik, Amûdê, Hesekê û Dirbêsiyê piştî 5 salan berf bariya. Zarokan ji xwe re bi berfê û giroverkan lîstin.

Şêniyên herêmê û endamên asayîşê jî bi zarokan re bi berfê lîstin.